Mîgren serê gelek kesan diêşîne

  Mîgren serê gelek kesan diêşîne

Mîgren serêşiyek norolojîk e û bi destpêkirinavê nexweşiyê re mirov ji ronkayî û deng aciz dibe û gazindên dillihevketinê û verşandinê derdikeve holê. Li gor pisporan mîgren serêşiyek zêdeye ku di mehê de carek an du caran li mirov peyda dibe.

 

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji her 100 kesî 16 kes
nexweşê mîgrenê ye. Jin ji mêran bêtir bi vê nexweşiyê ne. Ji her 10 jinan 2 jin û ji her 10 mêran 1 mêr bi mîgrenê dikevin. Stres yek ji girîngtirîn sebebêmîgrenê tê nîşankirin.

 

Guherandinên hormonî ku di bedena mirov de pêk tên, bêxewî û xwarin-vexwarin jî bandorek neyênî liser zêdebûna mîgrenê dikin.


Mîgren performansa mirov kêm dike û di pêwendiyên civakî de astengiyan dike. Lêkolînek ji aliyê fîrmeya Pfizer li heft welatan hatiye kirin eşkere dike ku ji sedî 55 kes di wê baweriyê dene ku gava ne bi nexweşiya mîgrenêbin çêtir dê û bavîtiya xwe dikin. Ji sedî 44 kes jî dibêjin ku mîgren pê re peyda nabe jinû mêrekî baştir e.

 

Jiber ku mîgren bandorek neyênî liser jiyana cinsî jî dike. Ji sedî 45 kes diyar dikin ku gava bi mîgrenê be kêmtir bi partnerê xwe re pêwendiyên cinsî dike û ji sedî 43ê kes jî eşkere dike ku qalîteya jiyana cinsî dikeve. Pispor pêşniyar dikin ku nexweşiya xwe ya mîgrenê cicdî bigirin û tedawî bibin.

 

hawar.net

LI GOTINEKÊ BIGERE

Tenduristî

Bi Cixarê - 5 Salên Te Kêmin

Bi Cixarê - 5 Salên Te Kêmin

Piştî lêkolînekê hate gotin ku hem jin hem mêr, cixare pênc salan ji emrê mirovan dibe. Di bin rêveberiya dixtor Lisa Schwart ku di saziyeke Wezareta Tenduristiyê ya DYA'yê de peywirdar e lêkolîneke...

Talûkeyên Telefona Destan

Ji welatên cihê 20 pisporên tenduristiyê hatin cem hev û bal kişandin ser talûkeyên telefonên destan. 20 pisporên qansêrê bi hev re îlaneke dan rojnameya fransiz Journal du Dimanche û wiha gotin: -...

Li Diranê Xwe Miqate Bin

Bêhna dev û diranên rizyayî pirsgirêkeke pir girîng e. Gelek caran ev pirsgirêk jiyana mirovan serobino dike. Ji ber vê yekê jî divê mirov pir baldar be û hin şaşiyan neke. Pispor dibêjin ku gelek...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info